Îsraîl: 300 rampayên mûşekên balîstîk ên Îranê hatin îmhakirin
Artêşa Îsraîlê ragihand ku ji destpêka şer ve 300 rampayên mûşekên balîstîk ên Îranê hatine îmhakirin. Her wiha, Wezareta îstîxbaratê ya li Tehranê hat bombebarankirin.
Artêşa Îsraîlê ragihand ku ji destpêka şer ve 300 rampayên mûşekên balîstîk ên Îranê hatine îmhakirin. Her wiha, Wezareta îstîxbaratê ya li Tehranê hat bombebarankirin.
Li gorî Hêzên Parastinê yên Îsraîlê (Tsahal), hêzên hewayî yên Îsraîlê di saetên sibehê de pêlek nû ya êrîşan li ser hedefên leşkerî yên li Îranê dest pê kirin. Hat diyarkirin ku di êrîşan de tesîsên leşkerî yên li rojava û navendî yên Îranê hedef girtin.
Di daxuyaniyê hat destnîşankirin ku di êrîşan de rampayên mûşekên balîstîk û pergala parastina hewayî yên Îranê hatine hedefgirtin. Artêşa Îsraîlê diyar kir ku wan 300 rampayên mûşekên balîstîk îmha kirine û daxuyand ku armanca operasyonan ew e ku êrîşên mûşekan ên li ser axa Îsraîlê kêm bikin.
Tsahal ragihand ku ji destpêka şer ve 113 pêlên êrîşî li dar xistine û bi dehan bombe li ser rampeyên mûşekan ên li Îranê barandine.
WEZARETA ÎSTÎXBARATÊ HAT BOMBEBARANKIRIN
Her wiha hat ragihandin ku avahiya Wezareta Îstîxbarata Îranê (Ittilaat) hatiye hedefgirtin. Derbarê kuştî zirarê de ti agahî nehatiye parvekirin.
Wezareta Îtlaatê (îstixbarat) ya Îranê di şehîdkirina pêşengên gelê Kurd yên li Rojhilatê Kurdistanê û kirina hedef ya kesên sivîl yên siyasî yên li dijî rejîmê xwedî roleke sereke ye. Bi taybet li vê navendê gelek çalakvanên Şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ hatin binçavkirin û piştre bi cezayê darvekirinê hatin cezakirin.